
15 Baroyan ji bo Berdana Girtiyên Operasyona 4ê Mijdarê Serlêdan Kir
Ji Dadgeha Dadweriya Herêmî ya Enqereyê hat xwestin ku siyasetmedarên HDPyî li gorî biryarên DMMEyê bên berdan.
Di salvegera dehemîn a operasyonên 4ê Mijdara 2016an de, 15 baro û parêzerên doza Kobanê serî li Daîreya Cezayê ya 22yemîn a Dadgeha Dadweriya Herêmî ya Enqereyê dan da ku girtî bên berdan.
Di serlêdanê de hat xwestin ku Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û herwiha Alî Urkut, Alp Altinors, Nazmî Gur, Pervîn Oduncu, Dîlek Yagli, Aynur Aşan, Zeynep Karaman, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Zekî Çelîk û Îsmaîl Şengul bên berdan.
Bingehê vê daxwazê, biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya 16ê Îlona 2026an û herwiha xalên 19 û 90an ên Destûra Bingehîn in.
Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 15-16ê Îlona 2026an de, cîbicîkirina biryarên DMMEyê yên derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de careke din nirxand û daxwaz kir ku her du siyasetmedar demildest bên berdan.
Çavkanî: Bianet