
Viyana Reşîdî di 6 mehan de fêrî Almanî bû, 3 salan bû yekemîn û li Almanyayê hat xelatkirin
Viyana Reşîdî ya ku koçî Almanyayê kir, di 6 mehan de fêrî zimanê Almanî bû, sê salan li pey hev bû yekemîna dibistanê û li Vohenstrauß û Nürnbergê hat xelatkirin.
Viyana Reşîdî ya ku nêzîkî sê sal berê bi malbata xwe re ji Pîranşarê koçî Almanyayê kir, di nava şeş mehan de fêrî zimanê Almanî bû û xwe li sîstema perwerdehiyê ya welêt guncand. Di vê pêvajoyê de her sal wekî yekemîna dibistanê hat hilbijartin û dîplomaya xwe ya "Mittlerer Schulabschluss" bi notek bilind a wekî 1.2 temam kir.
Reşîdî, ligel serkeftina xwe ya perwerdehiyê, ji bo penaberan di karên wan ên li cem doktor, nexweşxane û saziyên dewletê de wekî wergêr alîkariyê dike. Bi berçavgirtina van tevkariyên xwe yên civakî, di du çalakiyên cuda de ku li Stadthalle ya Vohenstrauß û li Navenda Kurdî ya li Nürnbergê hatin lidarxistin, ev keçika ciwan bi xelat û diyarîyên curbecur hat rûmetkirin.
Van serkeftinên ku wê li Almanyayê bi dest xistine, bala hem saziyên perwerdehiyê û hem jî ya dîasporaya kurd kişand û xîreta Reşîdî ji bo penaberên ciwan dibe mînak.
Çavkanî: Rûdaw