
Li Amedê 172 fîrma ji 62 bajaran beşdar bûn: 8. Pêşangeha Gurme ya Mezopotamyayê hat vekirin
8. Pêşangeha Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ku di navbera 22-23ê Mijdarê de li Amedê tê lidarxistin, 172 fîrmayên ji 62 bajaran tîne cem hev.
8. Pêşangeha Gurme û Tamên Herêmî ya Mezopotamyayê ku di navbera 17-22ê Mijdarê de li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê ya Amedê tê lidarxistin, bi beşdariya 172 fîrmayên ji 62 bajaran hat vekirin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Ay, parlamenter Sezgin Tanrikulu, Seroka Meclîsa DTSOyê Şeyda Arslantaş, Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl û gelek serokên odeyan, nûnerên saziyên dewletê û mêvan beşdarî pêşangehê bûn.
Seroka Meclîsa DTSOyê Şeyda Arslantaş diyar kir ku pêşangeh ji sala 2018an ve cara heştan tê lidarxistin û sala borî zêdetirî 370 hezar kesî serdana wê kirine. Arslantaş bal kişand ser wê yekê ku fîrmayên beşdarî pêşangehê dibin, ji bo hilberînerên herêmî derfetên gihîştina bazarên neteweyî pêşkêş dikin û ragihand ku di 18ê Mijdarê de Hevdîtinên Refên Mezopotamyayê yên duyemîn dê pêk werin û hilberînerên xwarinê bi rayedarên kirînê yên marketên zincîr re bên cem hev.
Di pêşangehê de pêşbirkên gastronomyayê, atolye, panel û gotûbêj tên lidarxistin, her wiha Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr, Zanîngeha Dîcleyê û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî danasîna çanda xwarinê ya herêmê bûn. Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl diyar kir ku bajar di berhemên wek genim, pembû, ceh û nîskan de navendeke hilberînê ye û divê berhemên herêmî bi markabûnê ber bi bazarên neteweyî û navneteweyî ve bên birin. Hevserokê Şaredariyê Emîn Ay jî destnîşan kir ku Amed xwedî mîrateyeke dewlemend a xwarinê ye ku şopên çandên cuda di xwe de dihewîne.
Çavkanî: Rûdaw