
Yekîtiya Ewropayê Piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ya Yekbûyî dubare kir
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew ê di çarçoveya Iraqeke federal de piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ya aram û demokratîk bidomînin.
Berpirsekî Yekîtiya Ewropayê (YE) bal kişand ser piştgiriya xwe ya kûr û neguherbar a ji bo Herêma Kurdistanê ya yekbûyî. Wî berpirsî got, "Yekîtiya Ewropayê dê di çarçoveya Iraqeke federal de, piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê ya yekbûyî, aram û demokratîk bidomîne."
Wî berpirsî tekez kir ku divê ji her cure gavên ku dibin sedema dabeşbûna Herêma Kurdistanê dûr bê sekinîn û diyar kir ku ew piştgiriya hewldanên Hikûmeta Iraqê yên ji bo sazkirina desthilatdariya dewletê li Curf Sexer û têkoşîna li dijî şebekeyên dizîna petrolê dikin.
YE û hevalbendên wê gelek caran tekez kirine ku yekîtiya hêz û saziyên li Herêma Kurdistanê, şertê bingehîn ê parastina statuya herêmê û misogerkirina aramiya giştî ya li Iraq û navçeyê ye.
Çavkanî: Kurdistan24