
Yekitiya Ewropayê Vegera Ser Kar a Parlamena Kurdistanê Bi Xêr Hatin Dike
Yekitiya Ewropayê, destpêkirina xebatên Parlamena Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiyê ya nû ji bo karîgeriya saziyên demokratîk wekî gamedeke erênî nirxand.
Yekitiya Ewropayê diyar kir ku ew vegera ser kar a Parlamena Kurdistanê û hilbijartina Desteya Serokatiyê ya nû bi xêr hatin dike. Yekitiya Ewropayê bang li hemû aliyên siyasî yên li herêmê kir ku bi lihevkirinê re di demeke kurt de kabîneya nû ya hikûmetê ava bikin.
Çavkaniyeke Yekitiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24 re diyar kir ku Piştî du salan ji parçebûnê vegera parlamenê ya ji bo xebatên yasayî, ji bo karîgeriya saziyên demokratîk geşedaneke girîng e. Hate ragihandin ku tê xwestin bi beşdariya hemû aliyan re ev parçebûn bê derbaskirin.
Parlamena Kurdistanê di 4ê Mijdarê roja çarşemê de bi beşdariya 52 parlamenteran civiyabû, Desteya Serokatiyê ya heyama nû hilbijartibû û bi awayekî fermî dest bi xebatên xwe kiribû.
Çavkanî: Kurdistan24