
Peyvendarê Yekîtiya Ewropayê: Ewlehiya Ukraynayê Ewlehiya Yekîtiya Ewropayê ye
Yekîtiya Ewropayê teqez kir ku ewlehiya Ukraynayê û ewlehiya Ewropayê yek in.
Peyvendarê Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24 re ragihand ku ewlehiya Ukraynayê rasterast ewlehiya Ewropayê ye û anî ziman ku ji roja yekê ve piştgiriya wan ji bo wî welatî bê navber berdewam e.
Roja sêşema borî li Ebû Dabî ya paytexta Imaratê, taştêyeke hevgirtinê ya girîng bi beşdariya DYA, NATO û hevpeymanên Ewropî hate sazdan. Di civînê de nûnerên Yekîtiya Ewropayê, Feransa, Almanyayê, Brîtanyayê, Îtalyayê û NATOyê legel şanda Ukraynayê civiyan û hevdîtineke bi berhem pêk anîn.
Hate ragihandin ku gotûbêjên aştiyê di gelek astan de bi beşdariya serokên dewlet û hikûmetan, wezîr, dîplomat û berpirsên bilind berdewam dikin. Hat diyar kirin ku di civîna nedermî ya Encûmena Yekîtiya Ewropayê de ku dê di dawiya vê heftiyê de bête kirin, dê gotûbêj li ser asta serokên Yekîtiya Ewropayê berdewam bikin.
Çavkanî: Kurdistan24