Cîhan

Trump Ragihand ku Hevdîtinên li gel Îranê Baş diçin
Serokê DYE'yê Trump diyar kir ku têkiliyên li gel Îranê bi awayekî erênî bi pêş ve diçin û Tengava Hurmuzê vekirî tê girtin.
Serokê DYE'yê Donald Trump, beriya berê xwe bide Floridayê di baxçeyê Qesra Spî de ji rojnamvanan re axivî û got: "Em di mijara Îranê de pir baş diçin. Em li gel Îranê diaxivin."
Trump bal kişand ser ku di 6-7 mehên dawî de ti leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest nedane û di mijara vekirîgirtina Tengava Hurmuzê de ji bo veguhastina petrolê pêşketinên girîng hatine bidestxistin.
Serok, di derbarê encamên hilbijartinên navîn ên 3'yê Mijdarê de gotibû ku wendakirina wan a li dijî Demokratan bi piranî ji ber "Şerê Îranê" û "buhabûna jiyanê" ye ku bi vî şerî ve girêdayî ye.
Çavkanî: Rûdaw