Cîhan

Trump Ofîsa Oval Wek Abîdeya Neteweyî Îlan Kir
Serok Trump daxuyaniyek îmze kir ku Ofîsa Oval û Odeya Kabîneyê wek abîdeya neteweyî îlan dike.
Serokê DYA'yê Donald Trump daxuyaniyek îmze kir ku Ofîsa Oval û Odeya Kabîneyê yên li nav kompleksa Qesra Spî wek "abîdeya neteweyî" nas dike.
Trump di daxuyaniya ku îmze kir de got: "Di vê ofîsê de serkeftinên me yên gelek mezin çêbûn. Ji ber vê yekê em vir dikin abîdeya neteweyî û bi vî awayî kesên bêaqil nikarin dest bidin vir, nikarin xera bikin û wêran bikin."
Ev daxuyanî eger ji aliyê Kongreyê ve bête pejirandin, serokên DYA'yê yên di paşerojê de ku bixwazin di Ofîsa Oval û Odeya Kabîneyê de guhertinan bikin, divê ji bo van guhertinan erêkirina Kongreyê wergirin.
Çavkanî: Kurdistan24