
Trump, îhtimala destêwerdana leşkerî li Kuba eşkere kir
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Kuba wekî 'dewleteke hilweşiyayî' bi nav kir û got ku berî dema wî ya serokatiyê bi dawî bibe, dibe ku vebijarkên leşkerî binirxîne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di peywendiyeke telefonî de ligel kanala muhafazakar a bi navê Salem News Channel, Kuba wekî "dewleteke hilweşiyayî" bi nav kir û diyar kir ku dixwaze berî ji kar dûr bikeve, "pirsgirêka Kuba çareser bike".
Trump, derbarê îhtimala destêwerdana leşkerî li Kuba de got: "Ger pêwîstî bi hinek hêza leşkerî hebe, heta eger operasyoneke lawaz be jî, ji bo min guncaw e û ez bêguman wê dinirxînim." Herwiha tekez kir ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio pêvajoya Kuba "gelek baş" bi rê ve dibe.
Di dema axaftinê de, Trump da zanîn ku piştgiriya wî ya ji bo Îsraîlê ji sedî 99 e, ew ê ji bo bikaranîna hêza leşkerî li dijî bernameya çekên nukleerî ya Îranê dudil nebe û derbarê îhtimala operasyonên leşkerî yên berfireh ên li dijî Îranê de jî got: "Dibe ku bibe."
Çavkanî: Kurdistan24