PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Çand & Wêje
Çand & Wêje

Li Ohio ya DYA’yê di ahenga pitikê de êrişa bi çekê: 3 mirî, 1 birîndar
Li bajarê Parma yê Ohio’yê di ahenga pitikê (baby shower) de êrişeke bi çekê çêbû.

Li Ohio ya DYA’yê di ahenga pitikê de êrişa bi çekê: 3 mirî, 1 birîndar

Li bajarê Parma yê Ohio’yê di ahenga pitikê (baby shower) de êrişeke bi çekê çêbû.

Li dewleta Ohio ya DYA’yê, di ahenga pitikê (baby shower) de ku li bajarkê Parma dihat çêkirin, êrişeke bi çekê pêk hat. Di êrişê de sê kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Polîsên herêmî û hêzên ewlehiyê yên piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku dibe ku êriş ji ber "kêşeyeke di navbera malbatê de" derketibe.

Ev ahengên beriya jidayikbûnê ku ji bo pîrozkirina pitikê nû û ji bo piştgiriya morala dayikê û alîkariya diyariyan tên çêkirin, wekî "baby shower" tên navkirin.

Çavkanî: Rûdaw

İlgili haberler