Tenduristî & Werzîş

Senatoya DYA'yê Pêşniyara Qanûna Şerê Îranê bi Piraniya Dengan Red Kir
Senatoyê pêşniyara qanûnê ku neçar dikir Serok Trump şerê li dijî Îranê bide rawestandin, bi 51 dengên "na" li dijî 48 dengên "erê" red kir.
Civata Giştî ya Senatoya DYA'yê pêşniyara qanûnê ya bi sernavê "Birara Desthilatên Şer" xiste dengdanê. Pêşniyara qanûnê beramberî 48 dengên "erê" yên senatoran, bi 51 dengên "na" hat redkirin.
Senatorê Pensilvanyayê John Fetterman, di nav Demokratan de tenê kes bû ku dengê "na" da pêşniyarê. Senatorên Komarparêz Susan Collins, Lisa Murkowski û Rand Paul jî tevlî Demokratan bûn û dengê "erê" dan pêşniyara qanûnê.
Çavkanî: Kurdistan24