
Li DYA'yê krîza geştên balafiran berdewam dike: Bi hezaran geşt hatin betalkirin
Li DYA'yê ji ber xeletiya teknîkî ya di pergala kontrola trafîka hewayî de, bi hezaran geşt paş dikevin û têne betalkirin.
Li DYA'yê bandora xeletiya teknîkî ya di pergala kontrola trafîka hewayî de piştî du rojan jî berdewam dike. Roja yekşemê zêdetirî 8.800 geşt paş ketin û 2.400 geşt hatin betalkirin.
Roja şemiyê jî zêdetirî 5.900 geşt hatin betalkirin û zêdetirî 7.000 geştan paş ketin. Xeletiya ku roja înê çêbû, li seranserê welat bû sedema rawestandina geştan.
Wezîrê Veguhastinê Sean Duffy diyar kir ku xeletî ji ber routerekî kompîturê ye ku li bajarê El Dorado yê eyaleta Arkansasê di çarçoveya guherandina kabloyên sifir bi binesaziya fîber optîk de hatibû xebitandin. Ji ber sîgnalên çewt tor bandor bû û li gorî saeta herêmî di 15.54an de hemû rabûn hatin rawestandin. Duffy got ku dibe ku vegera operasyonan li ser rewşa asayî heta roja duşemê bidome.
Serok Donald Trump daxwaz kir ku ji bo nûjenkirina pergala kontrola trafîka hewayî ji Kongreyê çavkaniyên zêdetir werin veqetandin. Pispor jî destnîşan dikin ku binesaziya kontrola trafîka hewayî ya DYA'yê ku bi salan e veberhênana nû lê nehatiye kirin, hewcedarî nûkirineke berfireh e.
Çavkanî: Kurdistan24