
Heta Bajarên DYA’yê: Anket Nîşan Didin Ku Demokrat Pêş de ne
Li gorî anketên Real Clear Politics, Demokrat li Civaka Nûneran û Senatoyê de pêş de diyar dibin.
Li DYA’yê di 3’yê Mijdarê de ji bo 435 kursiyên Civaka Nûneran û 35 kursiyên Senatoyê ku bi giştî ji 100 kursiyan pêk tê, hilbijartinên navîn dê bêne kirin. Platforma Real Clear Politics (RCP) ku navencîya anketên li seranserê welat kom dike, nîşan dide ku Demokrat di her du meclîsan de jî di rewşeke baş de ne.
Li gorî texmînên RCP’yê ji bo Senatoyê, Demokrat dê 47 kursiyan û Komarparêz jî dê 45 kursiyan bi dest bixin. Li heşt eyaletan reqabetek nêzîkî hev berdewam dike, ji van eyaletan heşt jê nêzîkî Komarparêzan û yek jî nêzîkî Demokratan e. Eger Komarparêz di van heşt eyaletan de herî kêm pênc kursiyan bi dest bixin, dê li Senatoyê bigehêjin 50 kursiyan û di rewşa wekheviyê de dê bi dengê Cîgirê Serok JD Vance piraniyê bi dest bixin.
Li Civaka Nûneran jî RCP texmîn dike ku Komarparêz dê 180 û Demokrat jî dê 227 kursiyan bigirin. Ji bo 28 kursiyan hêj reqabeteke dijwar heye û ev rewş derfeta Demokratan hinekî kêm dike.
Dabeşbûna niha ya meclîsê wiha ye: Li Senatoyê 53 kursiyên Komarparêzan, 45 kursiyên Demokratan hene û du endamên serbixwe jî piranî bi Demokratan re tevger dikin; li Civaka Nûneran jî 218 kursiyên Komarparêzan, 214 kursiyên Demokratan, endamekî serbixwe û du kursiyên vala hene.
Çavkanî: Kurdistan24