
DİB dê sê kesên ku plana êrîşê li ser Basa Hewayî ya Fairford li Brîtanyayê dikirin bi sûcê terorê dadgeh bike
Wezareta Dadê ya DİBê sê kesên ku wekî "sîxurên Îranê" bi nav kirine, bi plana êrîşeke terorî li ser Basa Hewayî ya Fairford li Brîtanyayê sûcdar kirin.
Wezareta Dadê ya DİBê, welatiyê dualî ê Iraq-Îranê ê 32 salî Mihemed Baqir Sead Dawud Seadî, welatiyê Îranê ê 48 salî Muhsin Muhacirî û welatiyê Iraqê ê 35 salî Mihemed Elî Hesenî bi awayekî fermî sûcdar kirin ku tevlî plana êrîşeke terorî li ser Basa Hewayî ya RAF Fairford li başûrê rojavayê Brîtanyayê di meha êlûnê de bûne. Ev sê gumandar wekî "sîxurên Îranê" hatin pênasekirin.
Lêpirsîn piştî ku cotkarekî li wê herêmê agahî li ser çend wesayîtên gumandar nêzîkî basê da polîsan dest pê kir. Belgeyan nîşan dan ku Mihemed Elî Hesenî wesayîtên ku bermîlên sotemeniyê û parçeyên metalî yên mîna parçeyên bombeyan hildigirtin wekî karê belavkirina sotemeniya sexte amade kiribûn da ku wan bixe nav basê. Her weha hat belgekirin ku Seadî, ku ji meha gulanê ve li New Yorkê bi sûcê terorê girtî ye, ji girtîgehê bi riya peyamên şîfreyî ferman û koordînasyon dabû du gumandarên din.
Piştî ku plana êrîşê derket holê, DİBê balafirên xwe yên bombardumanê yên ji cureyê B-1 ji Basa Hewayî ya Fairford vekişandin û Serdozger Todd Blanche got: "Her kesê ku plana êrîşeke terorî li ser her baseke leşkerî ku leşkerên DİBê lê hene bike, dê ji aliyê hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bê dadgehkirin." Di sûcdarnameyê de hat îddîakirin ku gumandaran piştgirî daba Supaya Pasdaran a Îranê û Tugayên Hizbullahê yên Iraqê û Seadî gelek êrîşên terorî li Ewropa û Kanadayê bi rêve birine.
Çavkanî: Rûdaw