
DYA'yê şîrketa Fugo Ground Services a li Tirkiyeyê ji ber çalakiyên wê yên bi piştgiriya Îranê xiste lîsteya mueyideyan
Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê, şîrketa Fugo Ground Services ji ber ku xizmeta lojîstîkî dabû firokeyên Îranê yên ji bo Tirkiyeyê, xiste lîsteya mueyideyan.
Wezareta Xezîneyê ya DYA'yê, di çarçoveya "Operasyona Tecrîda Aborî" de ji ber ku piştgirî dane veguhastina neftê û çalakiyên hewa yên Îranê, şebekeyeke ku navenda wê li Hindistanê ye û şîrkete li Tirkiyeyê xistin lîsteya mueyideyan.
Nûneriya Kontrola Darayî ya Biyanî ya DYA'yê (OFAC) ragihand ku şîrketa Fugo Ground Services Inc. a li Tirkiyeyê, ji bo firokeyên Îranî yên di lîsteya mueyideyên DYA'yê de ne (Iran Air Tour, Saha Airlines, Sepehran Airlines, Varesh Airlines, Taban Airlines û Ata Airlines) di geştên wan ên Tirkiyeyê de rasrast xizmeta erdî û lojîstîkî daye.
DYA'yê tekez kir ku rêveberiya Tehranê geştên bazirganî ji bo veguhastina çekan, teknolojiya hesas, zêr û pereyê cash ji bo hêzên xwe yên alîkar bi kar tîne. Her wiha hat ragihandin ku mueyide li ser torine navneteweyî ya xapandinê ya bi navenda bajarê Chandigarh ê Hindistanê jî hatine danîn; rêberê şebekeyê Sunil Kumar Sharma û 9 şîrketên peywendîdar ketin lîsteya reş.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got: "Ên ku li ser erdê, deryayê an hewayê piştgiriya Îranê dikin, em ê hemûyan tesbît bikin û ceza bikin."
Çavkanî: Kurdistan24