
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rubio: Biryara Êrîşeke Nû ya li ser Îranê Hêj Nehatiye Dayîn
Marco Rubio diyar kir ku Serok Trump derbarê operasyoneke nû ya leşkerî ya li dijî Îranê de hîn biryarek nedaye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxuyand ku Serok Donald Trump derbarê avêtina gavên nû yên leşkerî yên li dijî Îranê de hîn biryareke teqez nedaye. Rubio bal kişand ser wê yekê ku ew xwedî şiyan in ku bigihîjin hemû armancên xwe yên leşkerî, lê pêşîniya wan dîplomasî ye.
Ev daxuyanî piştî Civîna Wezîrên Derve yên G20ê ya du rojî ya li Atlanta ya eyaleta Georgia hat dayîn û îdiayên ku dibêjin piştî hilbijartinên navber ên 3ê Mijdarê Amerîka dikare operasyoneke nû û berfireh li dijî Îranê bide destpêkirin, hatin nirxandin. Rubio diyar kir ku di vê gavê de biryareke bi vî rengî nayê ragihandin û tu vebijêrkeke leşkerî an stratejîk nayê kêm dîtin.
Rubio rêveberiya Tehranê bi hedefgirtina eşkere û çalak a keştiyên bazirganî yên li avên navneteweyî tawanbar kir û got ku Qesra Spî hewl dide krîzê bi rêyên dîplomatîk çareser bike. Rubio ku xwe ji dayîna teqwîmekê ji bo danûstandinan dûr girt, anî ziman ku eger rêyeke derketinê ya dîplomatîk were dîtin, Amerîka dê bi temamî ji vê vebijêrkê re vekirî be.
Rêberê Olî yê Îranê, Amerîka û Îsraîl hişyar kirin ku dest bi operasyoneke nû nekin û ragihand ku ew ê bersiveke tund bidin êrîşeke muhtemel. Nûnera Bilind a Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas jî bal kişand ser pêwîstiya kêmkirina tansiyonê û bang li hemû aliyan kir ku berê xwe bidin çareseriyeke dîplomatîk.
Çavkanî: Rûdaw