
Wezîrê Xezîneyê yê DYA: Trafîka petrolê li Tengava Hurmuzê asayî bûye, cîhan ne girêdayî Îranê ye
Wezîrê Xezîneyê yê DYA Scott Bessent diyar kir ku şandina petrolê ya li Tengava Hurmuzê vegeriyaye asta beriya şer û bazarên enerjiyê yên cîhanê ne girêdayî petrola Îranê ne.
Wezîrê Xezîneyê yê DYA Scott Bessent di daxuyaniyekê de ku li ser platforma X da, got ku şandina petrolê û trafîka deryayî ya li Tengava Hurmuzê gihîştiye wan astên ku beriya şerên li herêmê hebûn.
Bessent bi gotina "Cîhan bêyî petrola Îranê dikare jiyana xwe bidomîne, lê Îran bêyî hinardekirina petrolê nikare hebûna xwe biparêze", tekez kir ku bazarên enerjiyê yên cîhanê ne girêdayî hilberîna Îranê ne. Her wiha diyar kir ku şandina petrolê ya niha, bêyî hesabkirina petrola Îranê hatiye diyarkirin.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku DYA zextên xwe yên aborî yên tund li ser sektorên enerjî û darayî yên Tehranê didomîne. Ev zext ambargoya deryayî jî di nav xwe de digire ku armanca wê ew e ku Îranê neçar bike vegere ser maseya danûstandinên nukleerî û dest ji kom û milîsên ku li herêmê piştgiriyê dide wan berde.
Çavkanî: Kurdistan24