
Trump got ku ew gelekî nêzîkî peymana bazirganiyê ya li gel Kanadayê ne
Serokê DYE'yê Trump di daxuyaniya xwe ya li Iowayê de diyar kir ku wan ji bo peymana nû ya bazirganiyê ya li gel Kanadayê pêşketin çêkirine.
Serokê DYE'yê Donald Trump di civîneke rojnamevaniyê de li balafirgeha Iowayê got ku ew "gelekî nêzîkî gihîştina peymana bazirganiyê ya li gel Kanadayê ne." Trump diyar kir ku ew gelek sal in beramberî Kanadayê drav winda dikin û niha fikreke baş a peymanê di destê wan de heye.
Trump destnîşan kir ku di çarçoveya peymana gengaz de, dê cotkarên Amerîkî nebin hedefa bacan, rêveberiya Ottawayê dê xeta boriyê ya neftê ya Keystone XL ava bike û ev peyman dê ji bo Kanadayê jî encamên baş bîne.
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney duh di daxuyaniya xwe de got ku wan li ser paşeroja bazirganiya di navbera her du welatan de hevdîtineke "baş" pêk aniye.
Trump bi bîr xist ku ew dixwaze xeta boriyê ya Keystone XL ku berê ji aliyê serokên kevn Barack Obama û Joe Biden ve ji ber sedemên jîngehê hatibû betalkirin bê avakirin, û di 1ê Gulanê de wî destûr dabû projeyeke xeta boriyê ku rê bide veguhastina neft û berhemên neftê li herêma sînorî ya DYE û Kanadayê.
Çavkanî: Kurdistan24