
Di Civata Giştî ya NY de ambargoya DYA ya li ser Kûbayê bi 130 dengan hat rakirin
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, biryara bidawîkirina ambargoya aborî ya DYA ya li ser Kûbayê bi 130 dengan qebûl kir.
Di dengdana ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de, pêşnûmeya biryarê ya ku daxwaza rakirina ambargoya DYA ya li ser Kûbayê dike, bi 130 dengan hat qebûlkirin û bi 17 dengan hat redkirin.
Serokê Kûbayê Miguel Diaz-Canel, vê biryara ku di Civata Giştî ya NY de hatiye girtin wekî "serkeftina gelê Kûbayê" bi nav kir. Di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de, bal kişand ser wê yekê ku welatên endamên NY serî li ber zext û şantajên DYA netewandine.
Di nav welatên ku deng dane de, 130 welat di nav de Tirkiye jî heye, piştgirî dan rakirina ambargoyê; lê 17 welatên wekî DYA, Îsraîl, Ukrayna, Arjantîn û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî parastin ku divê ambargo berdewam bike.
Çavkanî: Kurdistan24