
Wezîrê Dadê Gürlek li Mêrdînê bal kişand ser parastina mafên karkeran
Wezîrê Dadê Akın Gürlek, di Civîna danasîna Stratejiya Veguhêziya Dadmend a Neteweyî ya li Mêrdînê de diyar kir ku divê mafên karker û kedkaran neyên binpêkirin.
Wezîrê Dadê Akın Gürlek, beşdarî Civîna danasîna Stratejiya Veguhêziya Dadmend a Neteweyî bû ku li salona konferansê ya otêlekê li Mêrdînê hat lidarxistin. Di civînê de bal kişand ser girîngiya parastina mafên karker û kedkaran û got: "Bi tu sedemê be, em qet qebûl nakin ku mafên xebatkar û birayên me yên karker bên binpêkirin."
Wezîr Gürlek bal kişand ser wê yekê ku hêza sereke ya aboriyê karker in û wiha axivî: "Em qîmeta karkerên xwe yên ku nûnerên ked û xwêdana eniyê ne û hêza sereke ya aboriya me ne, pir baş dizanin. Belê, em di her firsendê de tînin ziman ku em li pişt wan in û dixwazim bi taybetî bibêjim ku avahiyeke me ya hiqûqî heye ku parastina mafên wan esas digire." Her wiha biryardariya Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan ya "neavêtina tu gaveke li dijî karker, kedkar û xebatkaran" wekî manifestoyekê bi nav kir.
Gürlek bal kişand ser rola neçarî ya sendîkayan di jiyana kar de û diyar kir ku di girtina biryaran de girîngî bi şêwirîna bi nûnerên xebatkaran re tê dayîn. Wî zêde kir ku berfirehkirina mafên sendîkayan, rakirina astengiyên li pêşiya rêxistinbûnê, dayîna mafê peymana komî ji bo karmendên dewletê û pêkanîna rêziknameyên tenduristî û ewlehiya kar, gavên bingehîn in. Her wiha tekez kir ku bicihanîna bi bandor a van rêziknameyan jî xwedî girîngiyeke mezin e.
Çavkanî: Mardin İletişim Gazetesi