
Wezareta Dadê dahatên giştî yên noterên pola yekem ên li Rihayê yên sala 2025an eşkere kir
Dahatên giştî yên sala 2025an ên noterên pola yekem ên li navenda Rihayê û navçeyên wê ji aliyê wezaretê ve hatin weşandin.
Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Hiqûqî ya Wezareta Dadê, dahatên giştî yên sala 2025an ên noterên pola yekem ên vala yên li Rihayê eşkere kir. Di lîsteya hatî weşandin de, ligel navenda Rihayê, dahatên noterên li navçeyên Sêwreg, Bêrecûk, Wêranşar û Hewencê jî cih girtin.
Noteriya Yekem a Rihayê 14 milyon 808 hezar 801 lîre û 49 quruş, Noteriya Duyem a Sêwregê 10 milyon 717 hezar 745 lîre û 93 quruş, Noteriya Duyem a Bêrecûkê 6 milyon 451 hezar 10 lîre û 1 quruş, Noteriya Çarem a Wêranşarê 4 milyon 995 hezar 630 lîre û 42 quruş û Noteriya Hewencê jî 4 milyon 425 hezar 960 lîre û 18 quruş dahata giştî bi dest xistin.
Çavkanî: Urfanatik