
Serokê Şaxa AGD ya Wanê Bozdemir bangî alîkariya Xezeyê û bidawîkirina dorpêçê kir
Şaxa AGD ya Wanê li kampusa Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê daxuyaniyek da çapemeniyê û tekezî li ser gihandina alîkariyên mirovî bo Xezeyê û rakirina dorpêçê kir.
Endamên Şaxa AGD ya Wanê ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, li kampusa Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa AGD ya Wanê Mehmet Bozdemir ve hat xwendin.
Bozdemir diyar kir ku gihandina xurek, derman û kelûpelên stargehê bo Xezeyê tê astengkirin û got ku divê ji bo bidawîkirina dorpêçê, sizayên siyasî, aborî û dîplomatîk bên cîbicîkirin.
Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê têkiliyên bazirganî, dîplomatîk û stratejîk ên bi Îsraîlê re bên qutkirin, kesên ku berpirsiyarê tawanên şer in li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin û welatên garantor alîkariyên mirovî bê navber bigihînin herêmê.
Ev çalakî beşek bû ji wan protestoyên ku bi pêşengiya Komîsyona Zanîngehan a AGDê li seranserê Tirkiyeyê li kampusên zanîngehan bi heman demê hatin lidarxistin; beşdaran pankartên bi nivîsa "Berxwedana Filistînê Rûmeta Me Ye" hildan.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi