
Têkdana li qada gaza Kor Morê 10 milyon kes bê elektrîk hişt
Li panela li Londonê, bandorên têkdana li ser qada Kor Morê yên li ser peydakirina elektrîk û gazê hatin nîqaşkirin.
Li panela meşûbê (anergiyê) li Chatham House li Londonê, encamên têkdana dawî ya li ser qada gaza Kor Morê hatin axaftin. Rêveberê Giştî ê Crescent Petroleumê Mecîd Cafer diyar kir ku ji ber têkdanê hilberîn rawestiyaye û di encamê de li Iraq û Herêma Kurdistanê nêzîkî 10 milyon kes bê elektrîk mane.
Cafer da zanîn ku di çar salên dawî de 12 caran bi fuzeyan û balafirên bêmirov (ÎHA) lêdana li ser qadê çêbûye, ji bo dîsa destpêkirina hilberînê divê navend werin parastin û kujerên van têkdanan werin cezakirin. Her wiha got ku bihayê tupên gazê du qat zêdetir bûye û ji 8 hezar dînaran derketine 30 hezar dînaran.
Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Siruştî ê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî diyar kir ku kapasîteya hilberîna qadê ya rojê 750 milyon ft³ ye û elektrîkê dide 8 milyon kesî. Muftî got ku divê ev qad bi balafireke bêmirov a bi 20 hezar dolarî neyê rawestandin. Muftî gotinên ku dibêjin aliyek ji nav Herêma Kurdistanê di van têkdanan de heye red kirin û pirsî: "Kî malê xwe dişewitîne, kî elektrîk û gaza gelê xwe dibire?"
Çavkanî: Rûdaw