PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Saliroja 26an a mirina Ahmet Kaya: Ji ber stranên kurdî bû armanc
Ahmet Kaya di sala 1999an de ji ber ku gotibû ew ê bi kurdî stranekê bibêje bû armanc û neçar ma ku biçe xerîbiyê û di sala 2000î de li Parîsê mû; piştre 26 sal di ser de derbas bûn ew tê bîranîn.

Saliroja 26an a mirina Ahmet Kaya: Ji ber stranên kurdî bû armanc

Ahmet Kaya di sala 1999an de ji ber ku gotibû ew ê bi kurdî stranekê bibêje bû armanc û neçar ma ku biçe xerîbiyê û di sala 2000î de li Parîsê mû; piştre 26 sal di ser de derbas bûn ew tê bîranîn.

Ahmet Kaya ku di 16ê Mijdara 2000î de li Parîsê di 43 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, di 28ê Çiriya Pêşîn a 1957an de li Meletiyê ji bavê xwe yê kurd û diyak xwe ya tirk hatibû dinê. Kaya ku di şeş saliya xwe de bi bağlamaya ji bavê xwe standibû dest bi eleqeya muzîkê kir, di neh saliya xwe de di çalakiya li fabrîkayê de derket ser sehneyê û di sala 1972an de bi malbata xwe re çû Stenbolê.

Kaya di sala 1985an de bi albûma "Ağlama Bebeğim" dest bi karê muzîka profesyonel kir û di salên paşê de bi albûmên wekî "Şafak Türküsü", "An Gelir", "Yorgun Demokrat" gihîşt girseyeke mezin a guhdaran. Wî helbestên helbestvanan kirin stran û mijarên belengazî, jiyana karkeran, girtîgeh, xerîbî û newekheviya civakî di stranên xwe de bi kar anîn.

Di 10ê Sibata 1999an de di merasîma xelatan a Komeleya Rojnamevanên Magazînê de dema xelata Hunermendê Herî Baş distand, ragihand ku ew ê straneke kurdî bibêje û ji bo wê klîbekê bikişîne. Ev daxuyanî bû sedema xeber û êrîşên beşdarên merasîmê; tiştên ku bûn di kamerayên televîzyonê de hatin dîtin û paşê bûn sernûçeyên hin rojnameyan. Piştî vê daxuyaniyê doz hatin vekirin û Kaya neçar ma ku ji Tirkiyeyê derkeve û biçe xerîbiyê.

Kaya di sala 2000î de li Parîsê ji ber krîza dil wefat kir. Di ser mirina wî re 26 sal derbas bûn, mafa hunermendî ya gotina strana kurdî û ew kampanya medyayê ku li dijî wî hatibû kirin, hîn jî di gotûbêjên azadiya ramanê de tê bîranîn.

Çavkanî: Bianet

İlgili haberler