
Berdevkê AK Partiyê Çelîk: Nexşerêya pêvajoyê hatiye diyarkirin
Omer Çelîk di civîna MYKê de diyar kir ku pêvajoya bi armanca herêmeke bê teror di rojevê de ye û nexşerêyeke nû derketiye holê.
Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de got: "Çawa ku Tirkiyeyeke bê teror û herêmeke bê teror bi hev re ne, gavên ku bên avêtin li Sûriye, Iraq û Îranê jî ji hev nayên cudakirin."
Çelîk diyar kir ku pêvajo di rojevê de ye û ew hewl didin ku encamê bigirin, mesafe heta niha hatiye girtin biqîmet e û nexşerê derketiye holê.
Çelîk bal kişand ser wê yekê ku propagandaya li ser wê yekê ku Îran û PJAK di pêvajoyê de cih nagirin şaş e, her wiha destnîşan kir ku rêbaza entegrasyona HSDê ya ji bo valakirina Şengalê ji aliyê YBŞê ve rêbazeke cuda ye û ji bo PJAKê jî nêzîkatiyên bi vî rengî dibin.
Çelîk her wiha behsa nirxandina 50 xalî ya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya derbarê pêvajoyê de kir û got ku divê ev xal bi baldarî bên xwendin, modelên çareseriyê yên heyî têrê nakin û divê bêyî tawîzdayîna ji prensîban, nêzîkatiyên nû bên pêşxistin.
Çavkanî: Rûdaw