PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Akgün Alpê CHP’yî, Demirtaş wekî êşa wijdanê ya dayikên Kurd bi nav kir
Parlamenterê CHP’yê yê Qersê Înan Akgün Alp, bal kişand ser girtina neheq a Selahattîn Demirtaş û banga berdana wî kir.

Akgün Alpê CHP’yî, Demirtaş wekî êşa wijdanê ya dayikên Kurd bi nav kir

Parlamenterê CHP’yê yê Qersê Înan Akgün Alp, bal kişand ser girtina neheq a Selahattîn Demirtaş û banga berdana wî kir.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Qersê Înan Akgün Alp, derbarê girtina hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demirtaş ê ku di girtîgehê de ye, daxuyaniyekî hestiyar da. Alp, bîranîneke xwe ya derbarê dayika xwe ya ku wefat kiriye parve kir û got: "Dayika min gelek ji Selahattîn Demirtaş hez dikir. Her êvar axaftinên wî yên kevn temaşe dikir û wisa diçû xewê. Her tim ji min re digot, çima tu li Meclîsê ji bo Selahattîn napeyivî?" bi van gotinan hezkirina dayika xwe ya ji bo Demirtaş anî ziman.

Alp diyar kir ku wî daxwaza xwe ya axaftina ji bo Demirtaş a li ser kursiya Meclîsê ji dayika xwe re gotiye û heman şevê dayika wî wefat kiriye. Wî anî ziman ku ev bûyer di hişê wî de wisa maye ku dayika wî tenê li benda axaftina wî ya derbarê Demirtaş de bûye. Alp bal kişand ser wê yekê ku girtina Demirtaş di wijdanê civakî de birînên kûr vedike û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Selahattîn Demirtaş di dilê hemû dayikên Kurd de êşa wijdanekê ye. Vê bizanin! Ji ber ku Selahattîn bêguneh e, bi neheqî hatiye girtin û 10 salan bi valahî di girtîgehê de maye."

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler