
Ali Babacan li Foruma Stratejîk a Silêmaniyê banga diyalogê ji bo aştiya herêmî kir
Babacan li foruma li Silêmaniyê tekez kir ku divê Tirk, Kurd, Ereb û Îranî bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan, beşdarî Foruma Stratejîk a Silêmaniyê bû ku bi mijara “Nêrînên Cuda, Mîsyonek Yek” hat lidarxistin. Di axaftina ku moderatoriya wê Robin Guy Matheson a ji Al Jazeerayê dikir de, ji bo bidawîkirina şerên li herêmê û dabînkirina aştiya mayînde, banga diyaloga siyasî û dîplomasiyê kir.
Babacan bi gotina “Destpêkirina şer hêsan e, parastina aştiyê zehmet e” bal kişand ser wê yekê ku divê Tirk, Kurd, Ereb û Îranî mil bi mil bisekinin û pirsgirêkên hevpar bi rêya diyalogê çareser bikin. Wî tekez kir ku herêm ji aliyê petrol, gaza xwezayî û bedewiyên xwezayî ve gelek dewlemend e û şerên navxweyî vê potansiyelê tune dikin.
Di axaftinê de hat gotin ku divê rêveberiya baş, mafên mirovan, rûmeta takekesî û mafên kêmneteweyan bên parastin û demokrasî divê nebe sîstemek ku tê de yê bi ser dikeve her tiştî bi dest dixe. Babacan gotina Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb a “Bêhêvîbûn bêberpirsyarî ye” bi bîr xist û rexne li kesên ku ji berpirsyariyê direvin girt.
Her wiha Babacan behsa şerên Xezze, Rûsya-Ukrayna û Îranê kir û anî ziman ku ev pevçûn bi dîplomasiyê dikarin bên pêşîlêgirtin û divê welatên herêmê girêdayîbûna xwe ya li derve kêm bikin û hevkariya aborî zêde bikin.
Çavkanî: Rûdaw