
Wezîra Almanî Radovan dê peywendiyên aborî yên ligel Herêma Kurdistanê xurt bike
Almanya soz da ku hevkariya aborî ya ligel Herêma Kurdistanê zêde bike û piştgiriya avakirina Şengalê bike.
Wezîra Hevkariya Aborî û Pêşketinê ya Almanyayê Reem Alabali-Radovan, di 17ê Mijdara 2026an de li Hewlêrê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Almanya biryardar e peywendiyên aborî û dostane yên ligel Herêma Kurdistanê pêş bixe.
Wezîrê diyar kir ku peywendiyên Hewlêr û Berlînê di asteke gelek baş de ne û her du alî li ser vê yekê hevbîr in ku aramî û îstiqrara li herêmê, şertê bingehîn ê pêşketina aborî ye.
Radovan bal kişand ser wê yekê ku civaka Êzidî hîn jî di şert û mercên dijwar û hestiyar de dijî û got, ji bo vegera ewle û bi rûmet a koçberan, ew ê bi taybetî li ser vejandina binesaziya Şengalê û avakirina wê bisekinin.
Wezîra Almanî ku di çarçoveya serdana xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê hevdîtin kir, da zanîn ku pêşhatên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên Şengalê hatine gotûbêjkirin û tekez kir ku mafên Êzidiyan, avakirina herêmê û îstiqrar, dê di nav pêşîniyên Hikûmeta Almanyayê de bimînin.
Çavkanî: Kurdistan24