
Li Almanya Festîvala 4an a Wênesaziyê ya Efrînê bi beşdariya hunermendên Ewropayê birêve çû
Festîvala 4an a Wênesaziyê ya Efrînê ku li bajarê Gelsenkirchen ê Almanya hat amadekirin, bû platformeke pirneteweyî ji bo nasandina hunerê Kurdistanê.
Festîvala 4an a Wênesaziyê ya Efrînê ku li bajarê Gelsenkirchen ê Almanya hat lidarxistin, bi beşdariya hunermendên ji Hollanda, Danîmarka, Polonya û Fransa birêve çû. Festîval wek platformeke girîng ji bo nasandina hunerê Kurdistanê li cîhana derve derket pêş.
Organîzatora festîvalê Nesrîn Serxweşî diyar kir ku ev çalakiya han îsal cara çaran tê kirin û ne tenê ji bo Kurdan e, hunermendên biyanî jî beşdar bûne. Serxweşî her weha tekez kir ku berhemên wênesazên ji çar parçeyên Kurdistanê hatine nîşandan.
Hevşaredarê Bakur ê Gelsenkirchen Thomas Steinberg got ku pirrengî ne gef e lê dewlemendî ye, û destnîşan kir ku festîval çandên aştîxwaz tîne cem hev û armanc ew e ku mirov bi hev re bijîn û tiştekî ciwan bînin holê.
Wênesaz Niyaz Beyatî bala kişand ser girîngiya festîvalê ji bo guherîna fikran û pêşketina hunerî. Mêvanên wek Elmas Tobal, Perîşan Bekir û Jani Kobanê jî tekez kirin ku Efrîn tenê bi zeytûnan nayê nasîn, lê di heman demê de ew der dergûşa huner û ciwaniyê ye. Beşdarvanan hêvî kirin ku çand û hunerê Kurdî li Ewropayê hêj bêtir pêş bikeve.
Çavkanî: Rûdaw