
Li Almanyayê Panela ‘Bîra Çapemeniyê di Pêvajoyên Aşitiyê de’ Hat Çêkirin
Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat, li Otêla Marriott a Kölnê panelek li ser rola ragihandinê di pêvajoyên aşitiyê de li dar xist.
Rojnamevan, akademîsyen û nûnerên civaka medenî yên ji welatên cuda tevlî panela “Bîra Çapemeniyê di Pêvajoyên Aşitiyê de: Nêrîna ji Ewropayê-2” bûn ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ve li Otêla Marriott a Kölnê hat organîzekirin. Peyama Serokê GGCyê Felat Bozarslan ê ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tevlî bibe, ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a GGCyê Hozan Adar ve hat xwendin.
Bozarslan diyar kir ku pêvajoya aşitiyê ne tenê meseleyeke siyasî yan jî ewlehiyê ye, girîngiya aliyê wê yê civakî û berpirsiyariya çapemeniyê anî ziman. Bozarslan destnîşan kir ku derengmana aşitiyê encamên giran li ser sivîl, zarok, dayik û gençan çêdike, û divê reformên hiqûqî bêyî derengketinê pêk werin û jîngeheke ewle bê ava kirin. Her wiha bal kişand ser erka ragihandinê ya parastina bîra civakî, qeydkirina rastiyan û girtina berpirsiyariya li beranberî paşerojê.
Piştî axaftina vekirinê ya panelê, rûniştina “Nêrîna Giştî li Pêvajoya Rojevê” hat çêkirin. Di vê rûniştinê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya DEMê Tayip Temel rewşa niha ya pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê nirxand û bersiva pirsên tevlîbûyan da. Bozarslan diyar kir ku Kurdên li Ewropayê dijîn û çapemeniya Ewropayê dikarin di pêvajoya aşitiyê de rolên girîng bigirin û anî ziman ku aşitî berpirsiyariyeke ku divê îro bi hev re bê ava kirin.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres