
Uzmanê IT yê Kurd ku li Almanyayê mafê wî yê penaberiyê yê 12 salan hat betalkirin
Almanyayê mafê penaberiyê yê uzmanê IT yê xelkê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Ehmed ku 12 sal in li wî welatî dijî, bi îstîdnada ku "li Sûriyeyê mehtelok nemaye" betal kir.
Almanya li ser statûya qanûnî ya penaberên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê biryarên nîqaşî distîne. Uzmanê teknolojiya agahdariyê (IT) yê 32 salî Mihemed Ehmed ku xelkê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye, kaxezek wergirt ku tê de hat ragihandin ku mafê wî yê penaberiyê yê 12 salan bi hinceta "li Sûriyeyê êdî mehtelok nemaye" hatiyebetalkirin. Ji bo îtiraza li dijî biryarê tenê 15 roj melet hat dayîn.
Ehmed berî 12 salan koçî Almanyayê kir, xwendina xwe ya bilind temam kir, di warê hişê çêkirî û teknolojiya bijîşkiyê de perwerde dît û dîplomayên xwe wergirtin. Ew niha rasterast beşdariyê di sektora IT û teknolojiyê ya welat de dike. Wekî kesekî ku bacê dide û xwedî pîşe ye, di nav van salên dirêj de bi fêrbûna ziman xwe gihand civakê.
Ehmedê ku li dijî biryarê îtiraz kir, diyar kir ku ew pişta xwe bi dadgeha Almanyayê girê dide û dixwaze mafê xwe paşve bixe. Lê belê eger îtiraza wî bê redkirin û ew bê dersînor kirin, wî plana xwe ya koçkirina bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî bo Hewlêrê eşkere kir û got: "Eger hewce bike, ez dê li Hewlêrê bi cih bibim."
Çavkanî: Rûdaw