
Li Almanyayê jimara mezunên zanîngehê yên bêkar gihîşt rekora 372 hezar kesî
Li Almanyayê jimara bêkaran di nav mezunên zanîngehê de di Tebaxê de derket 372 hezar kesî.
Li gorî daneyên Ajansa Kar a Federal, jimara mezunên zanîngehê yên bêkar li Almanyayê di pênc salên dawî de bi domdarî zêde bû û di meha Tebaxê de gihîşt 372 hezar kesî. Koma ku herî zêde bandor li ser bûye jî mezunên ciwan yên bin temenê 30 salî ne.
Heta sala 2025an rejim û rêjeya bêkarîyê di nav mezunên zanîngehê de wekî %3,3 hat tomarkirin, ev rêje hema hema nîvê rêjeya bêkarîyê ya li seranserê civakê ye. Ev rêje di nav kesên ku dîploma wan a pîşeyî heye de %3,6 e, lê di nav kesên ku tu şarezayîya wan a pîşeyî tune ye de gihîşt %21ê. Di nav beşên akademîk de, rêjeya bêkarîya mezunên beşên mamosteyîyê di bin %2yan de ye, zanistên civakî û mirovî %4,6 û endezyarî jî %3,8 hat pîvan.
Ajansa Kar a Federal diyar kir ku lawazbûna aborîyê û belavbûna hişê çêkirî di bazara kar de di zêdebûna bêkarîyê de bi bandor bûne. Seroka Ajansê Andrea Nahles got ku ew texmîn dikin ku hişê çêkirî dê di 15 salên bê de nêzîkî 800 hezar karî ji holê rake, lê di heman demê de dê nêzîkî heman jimarî derfetên nû yên kar biafirîne. Nahles anî ziman ku di sektora xizmetguzarîyê û di pozîsyonên analîtîk yên banka û sîgorteyan de windahî diyartir in, dema dîtina kar ji bo mezunên zanîngehê dirêj bûye, lê ew li hember komên din hîn jî di rewşeke baştir de ne.
Çavkanî: Rûdaw