
Bihayê kîlogramê zêrê standart di dawiya rojê de daket 6 milyon û 563 hezar TL’yî
Li Bazara Madenên Giranbuha û Kevirên Giranbuha ya Borsa Stenbolê, bihayê kîlogramê zêrê standart bi rêjeya ji sedî 1,2 daket û bû 6 milyon û 563 hezar lîre.
Li Bazara Madenên Giranbuha û Kevirên Giranbuha ya Borsa Stenbolê (KMKTP), bihayê kîlogramê zêrê standart di dawiya rojê de daket 6 milyon û 563 hezar lîreyî. Di nava rojê de biha herî kêm 6 milyon û 520 hezar lîre û herî zêde jî 6 milyon û 651 hezar lîre dît. Roja berê biha 6 milyon û 642 hezar lîre hatibû tomarkirin.
Li KMKTPyê qebareya giştî ya danûstandinên zêr 4 milyar 613 milyon 264 hezar 363,57 lîre û mîqdara danûstandinê jî 705,13 kîlogram pêk hat. Qebareya giştî ya danûstandinên hemû metalan jî 4 milyar 654 milyon 305 hezar 355,37 lîre hat tomarkirin.
Di nav saziyên ku li borsaya zêr herî zêde danûstandin kirin de NMGlobal Kıymetli Madenler, Türkiye Vakıflar Bankası, Aizona Kıymetli Madenler, Nilo Metal ve Kıymetli Madenler û Rafîneriya Zêr a Stenbolê cih girtin.
Çavkanî: Rûdaw