PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Nêrîn
Nêrîn

Amaca Nivîsandinê û Dilqên Nivîskaran
Ji bo nivîsandina naverokekê gelek xalên girîng hene, divê ku ew xal bi cih werin.

Amaca Nivîsandinê û Dilqên Nivîskaran

Ji bo nivîsandina naverokekê gelek xalên girîng hene, divê ku ew xal bi cih werin.

Ji bo nivîsandina naverokekê gelek xalên girîng hene, divê ku ew xal bi cih werin. Lê belê pênc salên sereke hene, eger en bi cih neyên, nivîsa ku tê weşandin, sûda wê zêde bo xwendvanan çênabe:

1- Di nivîsê de Bikaranîna Bêjeyên Alecî: Divê ku di nivîsan de bêjeyên alecî pir bêne bikaranîn, da ku ferhenga nijadî dewlemendtir bibe. Heta ku dest bide, divê bêjeyên biyanî di nivîsê de neyên bikaranîn. Lewra eger di nivîsekê de bêjeyên biyanî hebin, her wekî di nava savarê de kevir û xîçir hebin, eynî wisan mirov dizêvire û sûd jê wernagire. Îro Zimanê Kurdî di warê dadgehî, felsefe, bizişkî û leşsaxiyê de lewaz maye. Ev sedem jî, ji ber nebûna desthelatiya kurdî ye. Ji ber hindê bikaranîna bêjeyên biyanî, ne sergêjî ye. Hingê sergêjî çêdibe eger bêjeyeke kurdî hebe lê di şûna wê de bêjeyeke biyanî tê nivîsandin. Mînak: Dema behsa mala Xwedê bête kirin, eger li şûna mizgeftê mirov ”camî” binivîse, ne karekî rewa ye. Niha gelek bêjeyên kurdiya kurmancî hene ku tenê kal û pîrên Kurd pê dizanin. Eger ew bêje niha nêyêne nivîsandin, bi mirina wan re, valahiyeke mezin çêdibe û dagirtina wê jî pir zehmet e.

2- Bikaranîna rênivîsê: Rênivîsa Kurdî (îmla), ji rênivîsa tirkî û ji ya erebî cuda ye. Ji ber ku ne ji famîleya zimanê wan e. Di Zimanê Kurdî de, rastnivîsandina rênivîsê dilqekî girîng diparêze û pêwîst e ku ew li gora wî qalibê xwe bête nivîsandin. Wek mînak: Di zimanê tirkî de, kirdeya "ben"ê di her hevokê de her "ben" û "ben" e. Mesela: "Benim vatanım..., ben gidiyorum..." Lê di kurdî de gava kirde li kiryarê bitewe, kirde dibe "ez" û gava kiryar li kirdeyê bitewe dibe "min." Mesela: "Welatê min”, ”Ez diçin..." û gwd.

3- Danasîna Bûyerekê: Ji van herdu xalên li jorê zêdetir, kesê ku dinivîse, dixwaze ku bi nivîsa xwe bûyerekê, siqûmatekê, rûdanekê bi xelkê bide fêmkirin, bide zanîn, bi wî hawayî ew zanîna xwendevanên xwe xurttir dike. Nexwe berî her tiştî divê ku rastiya meselê çi be, her wisa jî naverok bête nivîsandin, ne zêde û ne jî kêm, ne neweyî û ne jî helandina mêlekan... Lewra çi nivîsa ku tê weşandin, bi sedsalan piştî xwediyê xwe dimîne û gelek kesên zanistiyê ew dixwînin, li serê lêkolîn dikin û li pişkaftina wê hûr dibin. Ez sala 1988-89 li Pirtûkxaneya Qiraliyeta Swêdê şixulîme. Min gelek pirtûkên kevn ên destnivîs dîtine ku 800, 900 sal berê hatibûne nivîsandin.

4- Danasîna Ramanekê: Eger nivîs bi amaca danasîna ramanekê be, pêşî xwendevan her li terbiya nivîskarê nivîsê disêwirin û piştre jî li jidilbûyîna kirin û gotinên nivîskarî... Gotin, axavtin û nivîsandin, pir hêsan çêdibin û bê lêçû ne jî. Lê kirin û fikirandin, ne wisa hêsan in. Danasîna ramanekê, hingê tê pejirandin eger kirin û gotina nivîskarî li hev bibanin. Eger dilqê nivîskaran di nivîsên wan de li wê gore be, baweriya xwendevanan jî bi wan çêdibe û dê bigîjin encamekê jî.

5- Nîşandana Riyeke Rast. Eger nivîs bi amaca nîşandana riyeke rasttir be, hingê pêwîst e ku bi delîl û pêgirên xurt bête xemilandin û bo mejiyên mirovan jî pirseşanî nehêle. Herweha ew, divê ku wan delîl û pêgirên tersê xwe jî pûç bike û tîna wan li holê nehêle. Hingê ew nivîs dibe pêbawer û ji xelk re jî dibe nîşandana riyeke rast.

Bi hêviya nişanda rasteriyên li gor zanîn û zanistiyan…

01/11/2026

Zeynelabidin Zinar pencinar.z@gmail.com pencinar.se

İlgili haberler