Tenduristî & Werzîş

Serokê Amedsporê Nahit Eren ragihand ku wî rasterast bi Galatasarayê re têkilî daniye
Serokê Amedsporê Nahit Eren diyar kir ku wan derbarê parvekirina Galatasarayê ya ku bûye sedema nîqaşan de bi awayekî rasterast hevdîtin kirine û ew ê daxuyaniyên klûbê esas bigirin.
Serokê Amedsporê Nahit Eren got ku piştî parvekirina rêveberiya Klûba Galatasarayê ya ku bûye sedema nîqaşan, wan rasterast têkilî daniye.
Di hevdîtinê de hat diyarkirin ku rêveberiya Galatasarayê gotiye parvekirin ti peyam an wateyeke taybet di xwe de nagire û niyeta wan a wiha tune ye.
Eren tekez kir ku ew van daxuyaniyên Galatasarayê bi qîmet dibînin û ew ê beyanên klûbê esas bigirin. Her wiha, wî nerazîbûna xwe ya li hemberî têgihîştina parvekirinê ya ku di raya giştî de tê nîqaşkirin, anî ziman.
Çavkanî: Rûdaw