Rojev

Serokê Amedsporê Nahît Eren xwest ku Diyarbekir mazûvaniya maçên neteweyî bike
Serokê Amedsporê Nahît Eren diyar kir ku Diyarbekir xwedî binesaziyeke wisa ye ku dikare mazûvaniya maçên neteweyî bike û ev daxwaza xwe anî ziman.
Serokê Amedsporê Nahît Eren di civîna çapemeniyê ya li Diyarbekirê de, derbarê avahiya sazûmanî, modela rêveberiyê û armancên pêşerojê yên klûbê de agahî dan raya giştî.
Eren bal kişand ser wê yekê ku bajar xwedî tesîs û binesaziyeke wisa ye ku dikare mazûvaniya maçên neteweyî bike û got: "Em daxwaza maçên neteweyî dikin. Ev bajar vê yekê heq dike."
Hat diyarkirin ku Amedspor di demsala xwe ya ewil a di Super Lîgê de bi performansa xwe û rêze-lîstikên bêyî têkçûn ên li sehaya xwe balê dikişîne, Eren her wiha got ku li vî bajarî rêxistinên navneteweyî jî dikarin bên lidarxistin.
Çavkanî: Amida Haber