
Amedspor dê di maça Çaykur Rizesporê de xizmeta TIR a dikana mobîl pêşkêşî alîgirên xwe bike
Amedspor di maça sibê ya li Stadyuma Diyarbakırê ya beramberî Çaykur Rizesporê de yekem TIR a mobîl a Amed Storeyê dixe xizmetê.
Amedspor ku bi performansa xwe ya di Lîga Sûper de balê dikişîne, xizmeteke nû pêşkêşî alîgirên xwe dike. Sibê beriya maça Çaykur Rizesporê, TIR a mobîl a bi navê Amed Store dê li ber Stadyuma Diyarbakırê berhemên klûbê nîşan bide.
TIR bi sîstemên îzolasyona germê û klîmayê hataye amadekirin û dê bi refikên berheman û tîma ewlehiyê amade be. Di vê navberê de Amed Store niha li Diyarbakırê xwedî dikanekê û li Ewropayê jî xwedî şubeyekê ye.
Serokê Lijneya Şêwirmendiyê ya Amedsporê Nesih Aktepe diyar kir ku TIR ket xizmetê û di paşerojê de bi TIR a duyemîn re dê bigehêjin cihên cûda yên herêmê. Her wiha klûb plan dike ku derfeta kirînê ya bi rêya înternetê jî peyda bike.
Çavkanî: Amed TV