
Kampanyaya Amedsporê ya bi navê “Bila Ti Zarok Bê Forma Nemîne” Dest Pê Kir
Amedsporê ji bo ku zarok bikarin formayên klûbê bi dest bixin, bi tirêlê dikaneke gerok da destpêkirin.
Amedsporê ji bo ku zarok ji formayên klûbê bêpar nemînin, kampanyaya “Bila Ti Zarok Bê Forma Nemîne” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de, Tirêla Dikana Gerok a AmedStoreê beriya lîstika Çaykur Rizesporê li pêşiya Stadyuma Amedê bi alîgiran re hat ba hev.
Klûbê di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de bal kişand ser wê yekê ku divê ti zarok ji ber tengasiyên aborî bê forma nemîne û diyar kir ku kampanya dê tenê bi belavkirina formayan sînordar nemîne. Hat gotin ku forma kesk û sor, dîroka Mezopotamyayê, rabirdûya hevpar û hestê girêdanê temsîl dike.
Tirêla dikana gerok, di heyama pêş de dê li bajarên cuda bi alîgiran re bê ba hev û hezkirina Amedsporê, rengên wê û ruhê piştevaniyê bigihîne wan. Klûbê bang li alîgiran kir ku bi kirîna formayan ji dikanên AmedStoreê piştgiriyê bidin kampanyayê û bibin şirîkê xewnên zarokekî.
Çavkanî: Rûdaw