
Futbolvanê berê ê Amedsporê Oktay Aydın, piştî cezayê 12 mehan di Diyarbekirsporê de vegeriya qadê
Oktay Aydın ê ku cezayê xwe yê 12 mehan ê bêparbûna ji mafan qedand, bi Diyarbekirsporê re li hev hat û derdikeve maça xwe ya yekem a fermî.
Lîstikvanê navîn ê ku di sala 1997an de ji dayik bûye û di sezona 2023-2024an de di tîma Amedsporê de şampiyonî jiyaye Oktay Aydın, piştî ku cezayê wî ê 12 mehan ê bêparbûna ji mafan bi dawî bû, dîsa gavek avêt ser qadên kesk.
Futbolvanê xwedî ezmûn bi Diyarbekirsporê re li hev hat û di maça koma 3yemîn a Lîga 3yemîn de ku tîma wî dê li dijî Bitlis 1916 Sporê bilîze, ket nav kadroyê. Maç dê îro di saet 13.00an de li derve bê lîstin.
Tê payîn ku rahêner Sadettin Özer, Aydın di 11ê yekem de bixe qadê. Hat ragihandin ku lîstikvan xebatên xwe yên kesane qet ranewestandine, ji aliyê fizîkî ve di rewşeke baş de ye û forma xwe parastiye.
Çavkanî: Tigris Haber