
Alîgirên Amedsporê bi kincên Vîkîngan reng dan lîstika Rîzesporê
Alîgirên Amedsporê di lîstika Rîzesporê de bi kincên li ser şêwaza Vîkîngan tribûn rengîn kirin.
Alîgirên Amedsporê bi şovên xwe yên afirîner ên li tribûnan tên naskirin. Ev koma ku berê di lîstika Eyüpsporê de bi kincên "Birayên Dalton" derketibû pêş, vê carê bi konsepteke cuda derketin pêşberî me.
Alîgirên ku di lîstika Rîzesporê de mertalên li ser şêwaza Vîkîngan û kincên wê serdemê li xwe kiribûn, li derdora stadyûmê û li tribûnan bala hemûyan kişandin. Ev dîmenên ku di medyaya civakî de jî deng veda, atmosfêra beriya lîstikê geş kir.
Çanda tribûnê ya rengîn a Amedsporê careke din nîşan da ku futbol ne tenê têkoşîna li ser qadê ye. Niha hemû kes meraq dikin ku alîgir di lîstika xwe ya bê ya li malê de wê bi kîjan konseptê derkevin tribûnan.
Çavkanî: Diyarbakır Yenigün