
Statîstîkên Amedsporê: Di rêza duyemîn de, tîma herî zêde kart wergirtî û gol avêtî
Amedsporê di hefteya 10an de Eyüpspor têk bir û di rêza duyemîn de ma, herwiha bi wergirtina herî zêde ya kartên sor û zer û bi bûna tîma herî zêde gol avêtî balê dikişîne.
Di hefteya 10an a Super Lîgê de, Amedsporê li sehaya xwe Eyüpspor 2-1 têk bir, puanên xwe zêde kir û cihê xwe yê di rêza duyemîn a lîgê de parast.
Tîm, ji destpêka sezonê ve bi 3 kartên sor tîma herî zêde kartê sor wergirtiye û bi 30 kartên zer jî di lîgê de tîma herî zêde kartê zer wergirtiye. Di rêzbendiya budçeyê de di nav pênc tîmên herî kêm de cih digire, lê di statîstîka hêviya golan de di rêza duyemîn de ye, di şandina şutên herî zêde ya bo kela reqîb de tîma sêyemîn e û sernavê tîma herî zêde gol avêtî ya lîgê hildigire.
Ev statîstîk, ligel ku Amedspor bi reqîbên xwe yên budçeya wan bilind re dikeve pêşbaziyê, bi alîkariya heyeta teknîkî, lîstikvanan û alîgirên ku trîbûnan tijî dikin pêk hatin. Îdiayên derbarê serkeftina tîmê ya ku dibêjin "tê parastin", bi encamên li sehayê û daneyên hejmarî tên pûçkirin.
Çavkanî: Amida Haber