
Samuel Ballet û David Bates yên Amedsporê dê di Lîga Neteweyan ya UEFAyê de bibin reqîbê hev
Her du lîstikvanên Amedsporê Samuel Ballet û David Bates, dibe ku di 16ê Mijdarê de di maça Swîsre û Skotlandê de di tîmên xwe yên neteweyî de li dijî hev bileyîzin.
Her du lîstikvanên Amedsporê Samuel Ballet û David Bates hatin vexwendin bo tîmên neteweyî yên Swîsre û Skotlandê.
Di Lîga Neteweyan ya UEFAyê de maça Swîsre û Skotlandê ku dê di 16ê Mijdarê de li Berit Sitterstadion a li St. Gallenê bê lîstin, îhtîmala ku ev her du lîstikvan di heman yariyê de bibin reqîbên hev çêdike.
Ballet cara yekem e ku bo tîma neteweyî ya Swîsreyê tê banga kirin, Bates jî piştî nêzîkî heft salan dîsa bo tîma neteweyî ya Skotlandê hat vexwendin; ka ev her du lîstikvan dê bileyîzin an na, li ser biryara berpirsên teknîkî ye.
Pispor diyar dikin ku temsîliyeta van her du stêrkên Amedsporê di qada navneteweyî de naskirin û dîtina kulubê zêde dike.
Çavkanî: Güneydoğu Ekspres