
Stêrka Berevaniya Amedsporê David Bates bo Tîma Neteweyî ya Skotlendayê hat vexwendin
Berevanê Amedsporê David Bates, piştî 7 salan cara yekem bo kadroya Tîma Neteweyî ya Skotlendayê hat hilbijartin.
Berevanê Amedsporê David Bates, beriya lîstikên Lîga Neteweyan a UEFAyê yên li hemberî Makedonyaya Bakur û Swîsreyê, bo Tîma Neteweyî ya Skotlendayê hat vexwendin. Futbolvanê xwedî ezmûn, piştî 7 salan derfet dît ku careke din formaya tîma neteweyî li xwe bike.
Bates ku li şûna Luis Binksê ku birîndar e tevlî kadroyê bû, bi performansa xwe ya li Amedsporê bal kişand û dê hewl bide ku di tîma neteweyî de jî bilîze. Skotlandayê di 13ê Mijdarê de bi Makedonyaya Bakur re û di 16ê Mijdarê de jî bi Swîsreyê re dê rûbirû bibe.
Di heman demê de, futbolvanekî din ê Amedsporê Samuel Ballet jî di lîstika Swîsreyê de dê formaya Skotlendayê li xwe bike.
Çavkanî: Amida Haber