PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Komeleya Vanî li Antalyayê bi xwêndekarên Vanî yên Zanîngeha Akdenizê re civiya
Seroka Komeleyê Oya Boysan û endamê lijneya birêveberiyê Gökhan Mızrak bi xwêndekarên bijîşkiyê yên Vanî re hatin cem hev û li ser xebatên komeleyê û paşeroja ciwanan axivîn.

Seroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Vanî li Antalyayê Oya Boysan û Endamê Lijneya Birêveberiyê Gökhan Mızrak bi xwêndekarên Vanî yên ku li Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Akdenizê dixwînin re civînek pêkanîn. Civîn di nav atmosfereke germ û dilsoz de derbas bû.

Di civînê de Serok Boysan amanca damezrandina komeleyê, xebatên hatine kirin û armancên paşerojê yên komeleyê diyar kirin. Boysan balkişand ser girîngiya hevgirtin û hevdengiyê û dîyar kir ku nemaze ew ciwanên ku ji bo xwendina zanîngehê ji bajarê xwe dûr in, ji bo komeleyê gelekî hêja ne.

Xwêndekarên ku ji vê civînê gelek kêfxweş bûn, ji ber vê eleqeya berpirsên komeleyê û ji ber ku wan xwe wekî parçeyekî malbateke mezin dîtin, spasiyên xwe pêşkêş kirin.

Çavkanî: Vansesi Gazetesi

İlgili haberler