
Êrîşên Îranê yên li ser baregehên DYA’yê hebûna leşkerî ya li herêmê ji nû ve şekil da
Li gorî rapora AP’ê, Îran û komên milîs ên girêdayî wê, bi zêdetirî 115 êrîşên mûşekî û dronan, li 26 baregehên DYA’yê bûne sedema zirarên bi milyaran dolarî.
Associated Press, raporek derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên DYA’yê yên li Rojhilata Navîn de weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku Îran bi armanckirina pergalên hişyariya zû û hangarên balafiran, zemîn ji bo êrîşên mezintir amade kiriye û ev êrîş bi awayê zêdetirî 115 êrîşên mûşekî û firokeyên bêmirov (ÎHA) pêk hatine.
Êrîşan li 26 baregehên leşkerî yên DYA’yê û tesîsên ku alavên leşkerî lê ne, bûne sedema zirareke mezin. Bi taybetî li baregehên li Kuweytê zirareke mezin çêbûye û zirara giştî gihîştiye milyaran dolarî. Rayedarên herêmî ragihandin ku balafir, pergalên parastina hewayî, binesaziya ragihandinê û alavên krîtîk ên operasyonel zirar dîtine.
Piştî vê zirara giran, DYA neçar ma ku hebûna xwe ya leşkerî ya li Rojhilata Navîn bi awayekî girîng ji nû ve şekil bide û gelek hêmanên xwe yên leşkerî ji Kendava Besrayê vekişand. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) xwe ji şîrovekirinê dûr girt, lê berdevkê Pentagonê Sean Parnell got: "Baregehên me baş tên parastin û artêşa DYA’yê ji her demê xurtir e."
Çavkanî: Kurdistan24