PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî xwest ku Trump vîna xwe ya bo lihevkirinê eşkere bike
Îran ji DYA'yê daxwaz dike ku niyeta xwe ya bo lihevkineke girêdayî ku rê li ber şerekî nû bigire eşkere bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Eraqçî xwest ku Trump vîna xwe ya bo lihevkirinê eşkere bike

Îran ji DYA'yê daxwaz dike ku niyeta xwe ya bo lihevkineke girêdayî ku rê li ber şerekî nû bigire eşkere bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku rêveberiya Tehranê bo dawîanîna li şer hêj baweriya xwe bi çareseriya dîplomatîk tîne û got ku daxwaza wan a sereke ew e ku Serokê DYA'yê Donald Trump niyeta xwe ya bo lihevkineke girêdayî ku rê li ber şerekî nû bigire bi eşkereyî ragihîne.

Eraqçî ifade kir ku pevguhartina peyaman a bi DYA'yê re bi rêya navbeynkaran bênavber berdewam dike û ew hewcedariyê bi guhartina navbeynkarên heyî navînin. Wî destnîşan kir ku bi armanca lezdarkirina pêvajoyê, wan bi pêşniyara navbeynkaran plana çalakiyê ji 7 rojan kêm kiriye bo 2 rojan, lê belê hêj ti bersiv ji Washingtonê wernegirtine.

Wezîr diyar kir ku eger Washington di gihîştina lihevkirinê de cidî be divê helwesta xwe rast bike û destnîşan kir ku ew belgeya lihevkirinê ya ku berê li Îslamabadê bo aliyê wan hatibû şandin êdî li ser masê nîne. Wî li peyva xwe zêde kir ku Îran ji bo lihevkineke dadperwer ku berjewendiyên neteweyî û hewcedariyên wan ên rewa garantî bike vekiriye, di mijara uranyuma dewlemendkirî de sînorên wan ên zelal hene û ev tişt nikarin ji welat bên derxistin, ku ev jî bo Tehranê xeteke sor e ku jê tawîzê nade.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler