PEZKUWICHAINDIJITAL KURDISTAN NEWS 15 HEZÎRAN 2026 · DUŞEM
Rojev Rojev
Rojev

Koalîsyona Erebî: Du fûzeyên balîstîk yên ku ber bi Riyadê ve hatibûn avêtin hatin teqandin
Koalîsyona bi serokatiya Erebistana Siûdî rê li ber du êrîşên fûzeyên balîstîk yên ku ji Yemenê dihatin girt.

Koalîsyona Erebî: Du fûzeyên balîstîk yên ku ber bi Riyadê ve hatibûn avêtin hatin teqandin

Koalîsyona bi serokatiya Erebistana Siûdî rê li ber du êrîşên fûzeyên balîstîk yên ku ji Yemenê dihatin girt.

Peyvdarê Koalîsyona Erebî lîwa Turkî el-Malikî daxuyand ku du fûzeyên balîstîk yên ji aliyê Hûsiyên Yemenê ve ber bi paytext Riyadê ve hatibûn şandin, ji aliyê sîstemên bergiriyê yên ezmanî ve hatine astengkirin û teqandin. Malikî ev daxuyaniya xwe li ser hesabê medyaya civakî ya şîrketa X'ê parve kir.

Paşî êrîşê, li herêma Necranê ya Riyadê û li bajarên Dammam, Ahsa û Bukayk yên li Herêma Rojhilat sîstemên hişyariya zû ketin devre de û di demek kurt de hat ragihandin ku xeterî derbas bûye.

Piştî ku Hûsiyan di îlon a 2014an de kontrola Sanayê girtin destê xwe, şerê navxweyî ê Yemenê dest pê kir. Ji adara 2015an vir ve Koalîsyona Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siûdî piştgiriyê dide hikûmeta Yemenê ku ji aliyê civaka navdewletî ve tê nasîn. Di demên dawî de, Hûsî bi fûzeyên balîstîk û balafirên bêmirov (ÎHA) Erebistana Siûdî dikin armanc.

Çavkanî: Kurdistan24

İlgili haberler