
Hevpeymaniya Erebî li Yemenê 60 Armancên Leşkerî yên Hûsiyan Têk Birin
Hevpeymaniya bi serokatiya Erebistana Siudî, li parêzgehên Sena, Hudaida, Amran û Saada 60 armancên Hûsiyan îmha kirin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistana Siudî ragihand ku wan li Yemenê dijî kapasîteya leşkerî ya Hûsiyên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin operasyonek pêk aniye. Berdevkê Hêzên Hevpeymaniyê Tuxgeneral Turki el-Maliki li ser hesabê medya civakî ya şîrketa X'ê diyar kir ku operasyon tevgereke leşkerî ya taybet e.
Hevpeymaniyê li parêzgehên Sena, Hudaida, Amran û Saada bi giştî 60 armancên leşkerî têk birin. Operasyon li ser lawazkirina kapasîteya fûzeyên balîstîk û balafirên bêmirov (İHA) yên Hûsiyan û her wiha ji holê rakirina gefên deryayî rawestiya. Tûnêlên li Herêmên çiyayî ku depoyên fûzeyên balîstîk tê de bûn û atolyeyên çêkirin û depokirina balafirên bêmirov jî hatin lêdan û îmhakirin.
Piştî ku Hûsiyan di îlon a 2014an de kontrola paytext Sena û hin herêman girtin destê xwe, krîza li Yemenê kûr bûbû. Hevpeymaniyê ji adara 2015an vir ve dest bi piştgirîkirina hikûmeta Yemenê kir ku di qada navneteweyî de tê nasîn. Piştî agirbesta ku di nîsana 2022an de ketibû meriyetê, ji tîrmehê vir ve şer û pevçûn dîsa dijwar bûn û nexşeya kontrolê ya li erdê guhartin.
Çavkanî: Kurdistan24