
Armen Demirciyan çû ser dilovaniya xwe: Jiyaneke ku şopên 1915an hildigirt
Armen Demirciyan ku semboleke hafizeya Ermeniyên Diyarbekirê û ya lêgerîna nasnameyê ya piştî 1915an bû, çû ser dilovaniya xwe.
Armen Demirciyan ku yek ji navên girîng ên hafizeya Ermeniyan a Diyarbekirê bû, di 06ê Çiriya Paşîn a 2026an de çû ser dilovaniya xwe. Nûçeya mirina wî, ji aliyê endamê Meclis û Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê, Hevsözberê Komîsyona Koçber û Penaberan, nivîskar û siyasetmedarê Ermenî Murad Mıhçı ve hat ragihandin.
Demirciyan, bi navê xwe ê rastî Abdürrahim Zorarslan hatibû dinê û di 25 saliya xwe de hîn bibû ku ew ji bingehê xwe ve Ermenî ye. Bavê wî Agop (Habok) Demirciyan, di sala 1915an de dema ku çar salî bû, ji aliyê malbateke Kurd û Misulman ve hatibû parastin û li cem vê malbatê wekî Misulman mezin bibû. Demirciyan piştî ku li nasnameya xwe pirsî, gihîşt eqrebayên xwe yên Ermenî ku li Ewropa û Amerîkayê dijîn, fêrî zimanê Ermenî bû û hewl da ku têkiliyên xwe bi çanda Ermenî re dîsa ava bike.
Demirciyan ku demekê di Dêra Surp Giragos a dîrokî ya li Diyarbekirê de kar kiribû, di pêvajoya nûbûna dêrê de bû parçeyek ji jiyana civakî û çandî. Demirciyan di sala 2017an de piştî ku dêr hatibû xerabkirin xemgîniya xwe anîbû ziman û bal kişandibû ser bandora vê bûyerê ya li ser civaka Ermeniyan.
Murad Mıhçı li ser medyaya civakî peyamek belav kir û sersaxî ji bo Demirciyan xwest. Mıhçı di peyama xwe de got, "Ez bi xemgînî hîn bûm ku me Armen Demirciyan winda kiriye" û peyama xwe bi gotina Ermenî "Աստուած հոգին լուսաւորէ" (Xwedê ruhê wî ronî bike) bi dawî kir. Çîroka jiyana Demirciyan, wekî mînakek ji bo lêgerîna nasnameyê û hewldana nû ve gihîştinê ku piştî karesata 1915an bi nifşan dewam kiriye, hat bi bîranîn.
Çavkanî: Tigris Haber