
Zêdebûna kirêyan û kêmbûna hêza kirînê, esnafên piçûk dixe rewşeke zehmet
Zêdebûna xercên kirê, enerjî û karmendan û kêmbûna xerckirina xelkê, dahata karsaziyên piçûk li seranserê Turkiyeyê kêm dike.
Zêdebûna kirêyên cihên kar, bilindbûna xercên karsaziyê û kêmbûna hêza kirînê ya welatiyan, esnafên piçûk ji aliyê aborî ve dixe rewşeke zehmet. Ji ber kêmbûna firotanê, esnafên ku bi qazanca xwe ya rojane di peydakirina xercên xwe de zehmetiyê dikişînin, car caran neçar dimînin ku roja xwe bêyî ku tiştekî bifroşin bigirin.
Xwediyên karsaziyan ji bo sivikkirina barê aborî û domandina karên xwe yên bazirganî, ji rayedaran daxwaz dikin ku piştgiriya kirê û miyazatê bixin rewşê. Zêdebûna xercên kirê, elektrîk, av, karmend û peydakirina tiştan, barê aborî yê esnafan her ku diçe giran dest e.
Ji ber ku xercên jiyanê bilind bûne, xelk xerckirinên xwe kêm dikin. Ev yek dibe sedem ku kirîna tiştên ne gelekî pêwîst paşve bixin û berê xwe bidin tiştên erzantir. Ev rewş mîqdara firotina karsaziyên piçûk kêm dike, hin karsaziyan neçar dike ku deyn bikin û hinek ji wan jî di bin xetera girtinê de ne.
Çavkanî: Vansesi Gazetesi